Li Lubnanê ji ber şer 100 hezar kesên din ji warê xwe bûn

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku hejmara mirovên ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ji cih û warê xwe bûne zû zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya UNHCR'ê di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 100 hezar kesên din li Lubnanê neçar man ji cih û warê xwe bibin.

Nûnera UNHCR'ê ya Lubnanê Karolina Lindholm Billing li Cenevreyê daxuyanî da û diyar kir ku hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûne 667 hezar kes derbas kiriye.

ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ DEWAM DIKIN

Artêşa Îsraîlê li bajarê peravî Sûrê (Tyr) êrişeke din kir. Li gorî ajansa dewletê, êriş piştî ku Îsraîlê ragihand ku wê êrişê bibe ser binesaziya Hîzbûllahê, pêk hatiye.

Arteşa Îsraîlê yekîneyeke xwe ya şer a ser bi tumena 36'an di 9'ê Adarê de li başûrê Lubnanê bi cih kir. Heman şevê li herêma Hiamê jî di navbera artêşa Îsraîl û Hîzbûllahê de şer qewimî.

HEJMARA MIRÎ Û BIRÎNDARAN ZÊDE DIBE

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de herî kêm 486 kesan jiyana xwe ji dest dan, 1.313 kes jî birîndar bûn.